Şerê DYE, Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 15’an de ye

Piştî êrîşên ku DYE û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dane destpêkirin, Îranê jî bersiv da êrîşan û şer belav bû welatên li herêmê. Şer di roja xwe ya 15’an de bê navber berdewam dike û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe.

Êrîşên DYE û Îranê yên li Iraq û Herma Kurdistanê yên li ser hêzên DYE’yê û komên piştgiriyê didin Îranê berdewam dikin. Muhafizên Şoreşê êrîşî partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdstanê kirin.

*Li hemberî baregeheke Rêxistina Têkoşîna Kurdistanî (Sazman-î Xebat) yali ser sînorê Berdereşê bi dronan êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

*Muhafizên Şoreşa Îranê, êrîşî baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î)  ya li herêma Dola Akoyan kir, di encama êrîşa berbehs de tu kesî jiyana xwe ji dest neda lê belê zirara madî çê bû.

*Her wiha herêmên Çiyayê Benî Herîr û herêma Dola Alane ji aliyê IHA’yên Îranê ve hatin hedefgirtin. Di encama erîşan de zirarên mezin çêbûn.

*Kampa Azadî ya aîdî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li Koyê ya girêdayî Hewlêrê bi sê moşek û 5 droneyan 2 caran hate hedefgirtin. Di encama êrîşan de tu kesî jiyana xwe ji dest neda.

ÊRÎŞA LI SER BALYOZXANEYA DYE’YÊ YA LI BEXDAYÊ

Balyozxaneya DYE’yê ya li bajarê Bexdayê di saetên sibehê de bi moşekan hate hedefgirtin. Hate dîtin ku ji bînayê dûxan bilind bûye.

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ HIZBULLAHA IRAQÊ HATE KUŞTIN

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Kataîbê Ebu Huseyin el-Hamidavi, serê sibehê li herêma Eresatî ya Bexdayê di encama êrîşekê de li gel 3 endamên Haşdî Şabiyê hate kuştin. Hate ragihandin ku 8 endamên Haşdi Şabiyê jî birîndar bûne.

ÎRAN: 220 JIN Û 211 ZAROK HATINE QETILKIRIN

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di encama êrîşên DYE û Îsraîlê de 220 jin hatine qetilkirin, 2 hezar 500 jî birîndar bûne. Her wiha hate diyarkirin ku 211 zarok jî hatine qetilkirin û hezar 141 jî birîndar bûne.

ÎRAN ÊRÎŞÊN LI SER ÎSRAÎLÊ DIDOMÎNE

Her wiha li gorî daxuyaniya li ser televîzyona dewletê ya Îranê hate dayîn, Çola Negev, û bajarên Birussebi, Nevatim û Lid ên Îsraîlê hatine hedefgirtin.

Êrîş di 24 saetên dawîn ên şerî de belav bûne li welatên herêmê jî.

Duh bi şev ‘’teqemeniya balîstîk’’ a sêyemîn a ber bi Baregeha Încîrlîkê ve dihat ji aliyê pergala parastina hewayî ya NATO’yê ve hate xistin.

Hate ragihandin ku 5 balafirên DYE’yê yên li Erebistana Siûdî hatine hedefgirtin û zirar dîtine.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî da zanîn ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser bajarokê Burç Kalavayê de 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirinku di encama êrîşên Îsraîlê de heya niha 773 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 993 kes jî birîndar bûne.

DAXUYANIYÊN TRUMP

Serokê DYE’yê Donald Trump da zanîn ku Hêzên Deryayî yên DYE’yê wê di demên pêş de li Tengava Hurmuzê çavdêriya keştiyan bike û li dijî Girava Harkê yek ji bomberdûmana herî mezin a li Rojhilata Navîn pêk aniye.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê jî piştî êrîşên DYE’yê ragihand ku li Girava Harkê zêdetirî 15 dengên teqînan hatine bihîstin lê belê binesaziya petrolê zirar nedîtiye.

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got ku Îran bi temamî têk çûye, dixwaze lihevkirinekê bike lê belê ew wê lihevkirinê qebûl nake.